Ciwaneke Efrînî bi zimanê Denmarkî pirtûkek li ser Efrînê nivîsî

Keça Kurd a Efrînî ya 17 salî Rehîme Ebdulah berî sê salan ji ber şerê li Sûriyê koçberî Denmarkê bû, di vê heyama kurt de jî fêrî zimanê Denmarkî bû û pirtûkek bi zimanê Denmarkî li ser êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser nivîsî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Keça Kurd a Efrînî ya 17 salî Rehîme Ebdulah berî sê salan ji ber şerê li Sûriyê koçberî Denmarkê bû, di vê heyama kurt de jî fêrî zimanê Denmarkî bû û pirtûkek bi zimanê Denmarkî li ser êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Efrînê nivîsî. Rehîme Ebdulah pirtûka bi navê bi navê “Şaxê Zeytûnê” nivîsî û tê de êş û azarên xelkê Efrînê û çêrokên şer û qurbaniya gelê Efrînê ji raya giştî ya Danmarkî û cîhanî re diyar kir û karvedaneke mezin çê kir.

Keça Efrînî Rehîme Ebdula li bajarê Helebê dijiya û ji ber şerê li Helebê ligel malbata xwe vegeriya Efrînê û demekê lê ma. Rehîme jiyana xwe ya li Sûriyê û çêrokên şer û koçberiyê yên ku bixwe dîtine û jiya ye, herwiha êrîşa li ser Efrînê xistiye pirtûka xwe “Şaxa Zeytûnê”. Rehîme Ebdula li van mijaran û pirtûka xwe ji Kurdistan24ê re wiha axivî:

“Hin dîmenên ku min di zarokatiya xwe de dîtine, hîna bi bîranînên min ve mane û her demekê tên pêş çavên min. Wek mînak, rojekê dema temenê 12 salî bû, li Helebê li dibistanê bûm, ji nişkê ve dengê teqînekê hat û dibistan bi tevahî hejand, hevalên min yên xwedekar tirsiyan û giriyan, dûman bilind bû û dengê otombîl û ambulansan jî tevlîhev bû. Piştre xwediyê min hat û ez birim malê. Di roja din de me zanî ku topek li nêzîkî dibistana me ket… Wê demê min zanî ku ev destpêka şer e û di pişt re rojên reş û tarî yên bi dengên gule, teqe û topan derbas dibûn, me nedikarî xew bikira.

Piştî demekê em neçar bûn vegerin Efrînê, li Efrînê tevî rewşa dorpêçê ya li ser wê hatibû sepandin xwarin, derman û pêwîstiyên jiyanê kêm derbasî Efrînê dibû û buhabûnek gelekî bilind hebû, lê hinek aramî hebû. Li Efrînê rojin di ser me re derbas bûn, nan tune bû ku em bixwin, loma bavê neçar bû ku ard peyda bike û em li malê nan bipêjin. Efrîn cihê ku ez ji rewşa şer parastime bû. Li  nava darên zeytûnê bi aramî û hêminiyekê hesiyam, ku ti carî min di jiyana xwe de nedîtibû.

Niha têdigihim hestê her mirovekî ku şer dîtibe, ji ber ku ez bixwe di wê hestê re derbas bûm û ew êş û şer dît, ji ber wê jî dixwazim alîkariya her kesekî bikim. Tevî ku niha ez li Denmarkê di aramiyê de dijîm, lê ev nayê wê wateyê ku min gelê xwe jibîr kiriye, yan ez bixwe ji kû hatime. Êşa Efrînê êşa min e û şahiya wê jî şahiya min e, heger ez li kû derê bim jî.”

Rehîma Ebdula li ser fêrbûna zimanê Denmarkî û nivîsandina pirtûkê bi wî zimanî di demeke kurt de dibêje:

“Ji dema gihîştim Denmarkê ve, bi kedeke mezin min bizava fêrbûna wî zimanî da. Min pirtûkên bi zimanê Denmarkî dixwendin û fîlmên wê temaşe dikirin, ta bilez fêrî zimanê wê bibim. Di pişt re û bi destpêka êrîşa li ser Efrînê re, min hejmarek ji simînaran dirust kir û ji Danmarkiyan re li ser rewşa Efrînê diaxaftim û min hin gotar li ser Efrînê ji rojnameyên Denmarkî re birê dikirin, di wê demê bîrokeya nivîsandina pirtûkekê ne di bala min de bû.

Di riya simînaran re min nivîskarekî Denmarkî nas kir û ji wî re got ku ez ji nivîsandinê hez dikim. Piştî ku wî nivîsên min dîtin, han û bawerî da min ku pirtûkekê li ser Efrînê binivîsim û çap bikim. Piştre min hewl da ku bilez pirtûkekê li ser Efrînê û bûyerên li wir dibin binivîsim. Nivîsandina pirtûkê nêzîkî du mehan li ber xwe da.”

Rehîma Abdula li ser pirtûka xwe wiha axivî: “ Navê pirtûka min Şaxa Zeytûnê ye, sedemeke bihêz heye ku min ev navnîşan ji pirtûka xwe re hilbijart. Dema operasyona leşkerî ya xwînane li dijî Efrînê bi navê Şaxa Zeytûnê hat binavkirin, ji hezkirina me ji dara zeytûnê re em gelekî êşiyan, ji ber ku darên zeytûnê ji me re tiştekî pîroz e û sembola aştiyê ye, nabe ji operasyonekê re ku tê de kesên bêguneh tên kuştin û birîndarkirin re bibe navek. Min xwast ku pirtûka min êşa gelê Efrînê hilgire, ji ber ku ev pirtûk armancên wê yên mirovane hene, loma ew hêjayî ye ku vî navî hilgire.

Di pirtûka min de 7 çêrokên qurbaniyên dagîrkeriya Tirkiyê hene, 2 çêrok jê jî li ser endamên malbata min in. Kurê xaltiya min yê 17 salî ji encama birîndarbûna wî di teqîna topekê de niha nikare bimeşe. Bapîr û dapîra min ku mala wan rastî bombebaranê hat, niha ji deverekê koçberî devereke din dibin.

Herwiha çêrokek jî bi navê “Laşekî bê giyan” li ser şehîd Barîn Kobanî ye. Çêrokeke din jî li ser malbateke Ermenî ye ku di encama bombebaranê de mala wan hat rûxandin û mirin. Çêrokên din yên hevşêwe jî hene. Li dawiyê jî min li ser dîktatoriya Tirkiyê nivîsî, bi taybet binpêkirinên li dijî hevserokên HDPê û parlemanterên wê partiyê û li ser zîndanîkirina rojnamevanên Kurd û Tirk, ku tenê li dijî Erdogan nivîsandibûn hatine gortin.”

Keça Kurd a Efrînî dibêje: “Ez bibawer im ku pênûs û pirtûk dikarin êş û zordariya li ser gelê me tên kirin veguhêzin, dikarin bandorê li raya giştî ya navdewletî bikin û dikarin ji wan re diyar bike ku em xwedî mafên rewa ne û dê bihêlin ku raya giştî li aliyê me û mafên me raweste.”

Li ser karvedana derketina pirtûka Şaxa Zeytûnê, Rehîme Ebdula dibêje: “Gelek Denmarkî bi xwendina pirtûka Şaxa Zeytûnê kêfxweş bûn. Matmayî man ku çawa keçeke 17 salî dikare pirtûk û çêrokên wiha binivîse. Ew baş têgihîştin êş û azarên gelê Kurd, ji ber ku min li ser komkujiyên bi serê gelê me de hatine jî nivîsandiye, wek û komkujiya Helebce û operasyonên Enfalê.

Gelek mamosteyên Denmarkî pirtûka min kiriyan û li dibistanan ji şagirtên xwe re dixwînin. Herwiha hejmarek ji dibistanên Denmarkî ez vexwandim ku li dibistanên wan simînaran dirust bikim û li ser zaroktiya xwe, rewşa malbata xwe, rewşa şer û pirtûka xwe biaxivim.

Ji aliyekî din ve, hejmarek ji rojnameyên Denmarkî li ser min û pirtûka min nivîsandin. Herwiha rojnameyeke Krwatî jî li ser min nivîsî, ligel wê jî hin rûpelên tûra civakî “Facebook” ên biyanî jî behsa min û pirtûka min kirin.”

Li ser projeyên xwe yên di pêşerojê de, nivîskara ciwan Rehîma Ebdula dibêje: “Niha ez hewla wergerandina pirtûka bo zimanê Erebî didim, ji bo ji aliyê hejmareke mezin ji gelê min bikare bixwîne. Ji aliyekî din ve, gelek kesan ji welatên biyanî pêwendiyê bi min re dikin, ta pirtûka min bo zimanê Ingilîzî jî bê wergerandin.

Ji bo pêşerojê, ezê bi nivîsandinê berdewam bim, ji ber ku jê hez dikim û ezê li ser êş û azarên xelkê bi tevahî bêyî nerîna li regeza wan binivîsim, ji ber ku em mirov in û ji mafê me ye ku em bi hev re bi aştî bijîn. Ji aliyekî din ve, niha ezê xwedina xwe berdewam bikim, ta karibim di warekî baş de bêhtir xizmeta welat û gelê xwe bikim.”

 

 

Amadekirin: Siyamend Birîm