Amerîka 150 barhilgirên leşkerî gihandin rojhilatê Firatê

Piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, sêyemîn karwana alîkariyên leşkerî gihand destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, Amerîka sêyemîn karwana alîkariyên leşkerî gihande destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Amerîkiyan şeva bûrî 150 barhilgirên ku otombîl, zirîpêş û kelûpelên leşkerî û lojistîk hilgirtibûn ji Herêma Kurdistanê gihandin Kobanê li rojhilatê Firatê.

Rewangehê amaje bi wê yekê, piştî biryara Trump a vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê, ev cara sêyem e ku Amerîkî alîkariyên leşkerî derbasî navçeyên di destê HSDê li rojhilatê çemê Firatê dikin.

Da zanîn jî, roja 20 meha bûrî 150 barhilgirên leşkerî gihîştin navçeya rojhilatê Dêrazorê û 29ê meha bûrî de jî Amerîkiyan 200 barhilgirên çek û alavên leşkerî derbasî Reqa, Minbic û Eyn Îsa kiribûn li bingehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bicih bûbûn.

 

S. B