Tirkiyê jî baca li ser hin kelûpelên Amerîkî zêde kir

Tirkiyê bersiva dorpêçên Amerîka da û baca li ser hinek kelûpelên Amerîkî yên weke, birinc, alkol, kelûpelên ciwankarî û otombîlan sedî 100 zêde kir.

Tirkiyê bersiva dorpêçên Amerîka da û baca li ser hinek kelûpelên Amerîkî yên weke, birinc, alkol, kelûpelên ciwankarî û otombîlan sedî 100 zêde kir.

Biryara baca zêde ya li ser kelûpelên Amerîkî di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.

Li gor biryarê tiştên ku alkol di nav de bi rêjeya %140 baca wê hatiye zêdekirin. Birinc sedî 50, tûtin û tiştên ji tûtinê tên berhemanîn sedî 60, rejî (xelûs) 13.7, karton û kaxez sedî 20, kelûpelên otombêlan %120 baca wan hatiye zêdekirin.

Piştî zêdekirina baca li ser kelûpelên Amerîkî, cîgirê serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay li ser Twîtterê daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Me li hemberî êrişên rêveberiya Amerîka yên li dijî abûriya me, baca li ser hin kelûpelan zêde kir.”

Ev demek e nakokî ketine pêwendiyên di nav Amerîka û Tirkiyê de û Amerîka sizayên aborî li ser Tirkiyê sepand, ji encama wan sizayan, nirxê lîreya Tirkî bi rêjeyeke mezin beramberî Dolar erzan bû û vê yekê bandoreke nerênî li abûriya Tirkiyê kir.

Her di wê derbarê de, duhî Peyvdara Koşka Spî Sara Sanders got, heger Keşe Bronson neyê azadkirin dê sizayên zêdetir li ser Tirkiyê bisepînin.

 

S. B