Çekdarekî DAIŞê li Kerkûkê hate desteserkirin

Di encama operasyoneke lêgerîn û pişknînê ya hêzên ewlehiya Kerkûkê de, çekdarekî DAIŞê hate desteserkirin, ku di gelek şerên li Kerkûkê li dijî hêzên Pêşmerge de beşdar bûye.
kurdistan24.net

K24 – Kerkûk

Di encama operasyoneke lêgerîn û pişknînê ya hêzên ewlehiya Kerkûkê de, çekdarekî DAIŞê hate desteserkirin, ku di gelek şerên li Kerkûkê li dijî hêzên Pêşmerge de beşdar bûye.

Ew çekdar bi navê Meyser Qasim e û ji gundekî ser bi Hiwîca ve ye, piştî ku xwe di nava koçberan de xwe digihîne Kerkûkê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve desteserkirin.

Birêveberê Polîsa qeza û navçeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji K24ê re got: “Berê zanyariyên me li ser wî çekdarî hebû û me zanî ku hatiye Kerkûkê û li gor madeya 4 ya terorê jî biryara desteserkirina wî hebû. Li pêş dadwerê lêkolînê jî li xwe mukir hat ku çekdarê DAIŞê ye û beşdarî gelek şeran jî bûye. Herwiha dema ku ew Pêşmergeyên ku dîl ketibûn destê DAIŞê û biribûn Hiwêce, destê wî çekdarî jî di wê operasyonê de hebû.”