Birîndarekî din ê êrîşa Îranê li ser HDKê şehîd bû

Kadroyekî din ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDP) ku di êrîşa Îranê li ser baregehên wê partiyê li Koyê de birîndar bûbû, îro li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê şehîd bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kadroyekî din ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDP) ku di êrîşa Îranê li ser baregehên wê partiyê li Koyê de birîndar bûbû, îro li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê şehîd bû.

Îro kadroyê HDKê Qadir Îzetî yê bi navê “Mam Qale Rîşe” tê naskirin, ji ber giraniya birînên xwe îro li nexweşxaneyeke Silêmaniyê şehîd bû.

Qadir Îzetî di dema êrîşa mûşekî ya Supaya Pasdarên Îranê li ser baregehên HDKê li Koyê de birîndar bûbû û ligel 3 birîndarên din bo nexweşxaneyeke Silêmaniyê hatibûn veguhastin, lê îro ji bi giraniya birînên xwe şehîd bû.

Roja 8ê Îlonê Supaya Pasdarên Îranê bi 7 mûşekan baregehên partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê HDK û HDK-Î bombebaran kiribû, di encamê de 14 Pêşmerge û serkirdên HDK û HDK-Î şehîd bûn û zêdetir ji 40 kesên din jî birîndar bûbûn.

 

S. B