Lavrov: Hevdîtina Sochi danûstandinên rasterast di navbera Sûriyan de çalaktir dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê hêviya xwe derbirî, civîna sêalî di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê li bajarê Sichi bikare danûstandinên rasterast di navbera hikûmet û opozîsyonê de çalaktir bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê hêviya xwe derbirî, civîna sêalî di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê li bajarê Sichi bikare danûstandinên rasterast di navbera hikûmet û opozîsyonê de çalaktir bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew di wê baweriyê de ye, hevdîtina sêalî ya di navbera welatê wî, Tirkiye û Îranê de dê alîkar be ji bo destpêkirina danûstandinên rasterast di navbera hikûmet û opozîsyona Sûriyê de.

Lavrov diyar kir, axaftin li ser dariştina destûreke nû û birêvebirina hilbijartinan tên kirin. Da zanîn jî, ev bîroke di daxuyaniya hevbeş a Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Amerîka Donald Trump a li Vietnamê de jî hatine.

Lavrov amaje bi wê kir, bi nêzîkbûna serkeftina bi ser DAIŞê û grûpên din yên terorist li Sûriyê, derfetek mezin heye, ku hewlên xwe zêde bikin ji bo çalakirina danûstandinên siyasî li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) û di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir jî, di dawiyê vê hefteyê de ew ligel hevşanên xwe Mewlûd Çawûşgolu û Mihemed Cewad Zerîf li bajarê Antalyayê dicive wek rêxweşkirinekê ji hevdîtina Sochiyê re.