Barzanî: Dema wê yekê ye, gelê Kurdistanê biryara çarenivîsa xwe bide

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, biryara birêvebirina referandûmê, biryara hemû xelkê Kurdistanê ye û di dema xwe de bi rê ve diçe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, biryara birêvebirina referandûmê, biryara hemû xelkê Kurdistanê ye û di dema xwe de bi rê ve diçe.

Serokê Herêma Kurdistanê li Akrê gotarek pêşkêş kir û got: “Ewê dibêjin referandûmê bipaş bixin, pirseke mezin derdixe meydanê, ew jî kengî em referandûmê bikin û kîjan dem guncaw e?”

Serok Barzanî diyar kir, Iraq ji destpêkê ve li ser bingeha hevpariyê hate damezrandin, lê wê şekestî anî.

Herwiha got, careke din nabe peymanên Lozan û Sykes-Picotê çarenivîsa Kurdistanê diyar bikin, divê xelkê Kurdistanê wê çarenivîsê diyar bike.

Got jî, divê biratiya hemû netew, pêkhate, ol û ayînzeyan parastî be, em dixwazin destê biratiyê ji hemû aliyekî re dirêj bikin, lê heger yek bixwaze şer bike, bila xwe biezmûne û vaye meydan.

Amaje bi wê jî da, ji 10 salan ve maf û destkeftên Pêşmerge nayin şandin, lê di 2 demjimêran de yasa bo Heşda Şeibî derkirin.

Serok Barzanî tekez kir, heger ew hevparî û biratiyê qebûl nakin, Kurd jî xizmetkariyê qebûl nake.