Mesrûr Barzanî pêşwaziya General Paul LaCamera kir

Mesrûr Barzanî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Mesrûr Barzanî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê civiya.

Îro Şêwirmendê Civata Asayişa herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ligel  General Paul LaCamera Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê civiya. Di civînê de pêşhat, guhertinên navçeyê û pêşxistina zêdetir a mekanîzma ya hemahengiya di navbeyna hêzên peywendîdar û rûbirûbûn a gefên terorê hatin behskirin.

Mesrûr Barzanî, ji bilî tekezkirina giringiya hevkariya zêdetir a Hêzên Pêşmerge bo rûbirûbûn a terorîstan, amaje bi pêşhatên tevger û kiryarên terorîstî li çendîn parêzgehên Iraqê kir, û ragihand, eger ji kokê ve sedemên serîhildana teror û tundûtujiyê neyên çareserkirin, zemîneya serîhildana tundrewiyê di jêr nav û şêwazekî cuda de, berdewam dike.

Di beramber de General Paul LaCamera tekez kir, ko Hevpeyman di alîkarîkirin, meşq û piştevaniya Hêzên Pêşmerge û Iraqê de berdewam dibe. Bo parastina navçeyê jî, hevkarî û hemahengiya di navbeyna van hêzan de bi pêwîst zanî. Di beşek din ê civînê de pêşhateyên rewşa Sûriyê û bi taybet navçeyên rojhilata Firatê danûstandin liser hate kirin. Di derbarê vê mijarê de Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ji eger û pêşhateyên navçeyê derbirî û tekezî liser diyalog û çareseriya siyasî kir û ragihand, ko pêwîst e di danûstandinan de garantiya maf û asayişa gelê Kurd li wî welatî li berçav bê girtin.

 

 

C.B