Saziyên Kurd li Stenbolê: Em piştevaniya serxwebûnê dikin

Referandûma serxwebûna Kurdistanê ku 25ê Îlonê dê pêk were ligel partiyên siyasî yên Kurd ên li Tirkiyê, di rojeva civata Kurd de jî zêdetir tê axaftin. Gelek sazî û komeleyên sivîl ên Kurd jî bi dil û can piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Referandûma serxwebûna Kurdistanê ku 25ê Îlonê dê pêk were ligel partiyên siyasî yên Kurd ên li Tirkiyê, di rojeva civata Kurd de jî zêdetir tê axaftin. Gelek sazî û komeleyên sivîl ên Kurd jî bi dil û can piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin. Yek ji wan saziyan jî Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat e ku navenda wê li Stenbol e û tê de 200 komeleyên Kurd cîh digire.

 

Abdulhakîm Daş-Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat: Mafê serxwebûnê weke her neteweyên li cîhanê mafê xwezayî yê Kurdan e jî ku Kurd jî bibin xwediyê dewlet.  Îro 198 welat hene ku serbixwe ne û di Neteweyên Yekbûyî de jî cîh digirin û endamên vê yekîtiyê ne. Lê li Rojhilata Navîn hejmara Kurdan ji zêdeyî 40 milyon e û ne serbixwe ne. Dema ku meseleya serxwebûna Kurdistanê hat rojevê divê tu rêxistinên Kurdan berjewendiyên xwe nede pêş. Berjewendiyên sereke desthilatdariya serxwebûna dewleta Kurdistanê û parastina destkeftiyên miletê Kurd e.

 

Serokê Platformê Abdulhakîm Daş dibêje; çawa li cîhanê welatên din dema behsa meseleyêna neteweyî tên kirin dibin yek lazim e hemû Kurd jî di mijara serxwebûnê de bibin yek.

 

Heta niha der barê babeta serxwebûna Kurdistanê de li Tirkiyê jî hem siyaseta Kurd û hem civata Kurd bûne yekdeng. Li gorî berpirsên komeleyên sivîl ên Kurd jî bi yekîtiya Kurdan serxwebûna Kurdistanê jî nêzîktir dibe.

 

Alî Îhsan Dînçer-Serokê Komeleya Farqiniyan a Stenbolê: Daxwaza me ew e ku rêz li îradeya gelê başûrê Kurdistanê were girtin. Referandûmekê dê bê kirin xelk çi bibêje dê daxwaza gel pêk were û em jî bi erênî nêzîkî vê meseleyê dibin. Divê der barê mijara serxwebûna Kurdistanê de di navbera partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê de yekdengek hebe lê hêj hin cudahî hene em rexne li vê dikin.

 

Musa Kurt-Serokê Komeleya Dêhiyan a Stenbolê: Çawa miletên din gihiştine mafê xwe yê serxwebûnê divê Kurd jî vê mafê ji zû de heq kiriye. Lê lazim e hemû Kurdên li başûr di vê meseleyê de bibin yek bi hev re bibin dê baştir bibe.

 

Tê plankirin ku di demên pêş de li Stenbolê 200 komeleyên Kurd, ji bo piştevaniya referandûma bo serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê dê li dar bixin.