Mahmût Alinak: bêdewletî, êşkence û eziyet e

Parlementerê berê yê Partiya Kedê ya Gel HEP’ê yê Şirnexê Mahmût Alinak ku di sala 1991’ê de hatibû hilbijartin, piştî ku 9 caran ket girtîgehê niha biryar daye ku êdî ew li ser axa xwe bijî. Mahmût Alinak niha li gundê Mewrek a Dîgora Qersê bi cih bûye û ew dibêje ji bo Kurdekî bêdewletî êşkenceya herî mezin e.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir  

Parlementerê berê yê Partiya Kedê ya Gel HEP’ê yê Şirnexê Mahmût Alinak ku di sala 1991’ê de hatibû hilbijartin, piştî ku 9 caran ket girtîgehê niha biryar daye ku êdî ew li ser axa xwe bijî. Mahmût Alinak niha li gundê Mewrek a Dîgora Qersê bi cih bûye û ew dibêje ji bo Kurdekî bêdewletî êşkenceya herî mezin e.

Jiyaneke ku di nav siyaset, lêgerîna edaletê û di girtîgehê de derbas bûyî. Xwediyê vê jiyanê Mahmût Alinak e ku di sala 1987’an ji Qersê û di sala 1991’ê de jî ji Şirnexê bûye parlementer. Di salên 90’î de hewildana çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê gelek caran an dibû sedemê girtîgehê an jî dibû sedemê kuştinê. Mahmût Alinak di vê demê de ketibû bin vî barê giran û di vê rêyê de heta niha 9 caran ketiye girtîgehê. Mahmût Alinak dibêje; sedema beşdarbûna wî ya nav siyasetê, zimanê wî yê dayîkê ye û destnîşan dike ku ji bo Kurdan bêdewletî êş û eziyeta herî mezin e.

Siyasetmedar û Nivîskar Mahmût Alinak ji K24ê re wiha axivî: “Dema min dest bi dibistana seretayî kir min nedizanîr Kurd û tirk çiye. Wê demê mamosteyê me bi şivdaran li me dixist û bi zorê me hînî Tirkî dikir û digot, bi Tirkî biaxifin. Wê demê ez bi kurdîtiya xwe hesiyam. Bêdewletî, êşkence û eziyet e; bêdewletî, nebûna xelkekî ye. Dewlet nebe xelk jî tine ye.”

Mahmût Alinak piştî salên giran û têr êşkence niha vegeriyaye ser axa xwe ya ku li ser hatiye dinê.  Alinak dibêje; projeyeke Kemalîstan hebû navê wê jî Plana Îslahata Şerqê bû. Li gorî wê projeyê armanc ew bû ku Kurd ji bajar û ziman û dîroka xwe werin dûrxistin û werin pişaftin. Mahmût Alinak jî biryar daye ku li dijî vê projeya dîrokî vegere nav axa xwe, bi zimanê xwe jiyana xwe bidomîne. Alinak niha li Gundê Mewrek a Digora Qersê bi cih bûye û bi piranî jî bi xebatên nivîsê re mijûl dibe. Parlementerê berê dibêje ew di nav ax û xwezaya welatê xwe de aramiyê peyda dike.

Alinak dibêje: “Armanca wê planê ew bû ku kurdan bidin bişaftin û wan bikin tirk. Min jî li hember vê planê bertek nîşan da û ez vegeriyam ser axa xwe. Ez dixwazim ev yek bibe mînak.”

Bangeke Mahmût Alinak ji bo rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd heye, ew dibêje bila hemû rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd vegerin ser axa xwe û hemû xebatên xwe bi zimanê xwe li ser axa welatê xwe av bidin.