Erdogan: Gefa liser Sûriye, rojhilatê Firatê ye!

Erdogan: Niha li Sûriyê pirsgirêka herî mezin, li Rojhelatê Feratê, di bin parastina hin hevpeymanên me de, mezinbûna hêzên terorê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, bi armanca beşdarbûna civîna Netewên Yekgirtî ber bi Amerîkayê bi rê ket. Erdogan da xuyakirin, ew dê di civînê de rewşa Sûriyê jî bîn e rojevê û got, ew bo pêşeroja Sûriyê gefa herî mezin, pêşketinên Rojhilatê Çemê Firatê dibînin, ku bi hewldanên hin hevpeymanên wan ve, hatiye dirustkirin.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê diyarkir:

"… Bi ser krîza Sûriyê 7 sal derbas bûn. Di vê demê de tu welatekî qasî Tirkiyê berpirsiyarî  hilneda ser xwe û qasî me bac neda. Em hember banga welatiyên Sûriyê bêdeng neman û bidawîkirina sitema ser xelkê, berpirsiyariya mirovî ye.

Niha li Sûriyê pirsgirêka herî mezin, li Rojhelatê Feratê, di bin parastina hin hevpeymanên me de, mezinbûna hêzên terorê ye.

Divê aliyek bo çareseriya siyasî ya Sûriyê gav bên avêtin, aliyê din jî hêlîna terorê ya Rojhelata Feratê bê rakirin.

Em wek Tirkiye li ser mijarê hestiyar in û bi Lûtkeya Tehranê û Soçî jî, me nîşan da ye." 

 

 

C.B