Fraksiyonên Kurdistanî êrîşa li ser Efrînê şermezar dikin

Fraksiyonên Kurdistanî yên di parlemantoya Iraqê de êrîşa li ser Efrînê şermezar dikin û daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî û welatên navçê kirin, rola xwe bigirin ji bo aramkirina rewşê û rawestandina şerê li ser Efrînê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîneke rojnamevanî de, Fraksiyonên Kurdistanî yên di parlemantoya Iraqê de ragihand, gelek bi tundî wê êrîşa hovane ya artêşa Tirkiyê li ser Efrîn û navçeyên derdora wê şermezar dikin, daxwaz ji civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî û welatên navçê dikin rola xwe bigirin ji bo aramkirina rewşê û metirsiyên li ser Efrînê, ji ber ku têkdana ewlehî û aramiya Rojavayê Kurdistanê dibe sedema têkçûna rewşa tevahiya navçê.”

Fraksiyonên Kurdistanî daxwaz ji Tirkiyê dikin, bi siyaseta xwe ve biçe û her pirsgirêk û giriftekê bi riya danûstandina ligel hêzên li Rpjavayê Kurdistanê çareser bike, ku wê hêzê qorbaniyên mezin di şerê li dijî DAIŞê de dane.