Di 6 mehan de, 56 welatiyên Kurd li Îranê hatin bidarvekirin

Li gor Navenda Mafê Mirovan Hingav, Di 6 mehên dawî de, 56 welatiyên Kurd li zîndanên Îranê hatin bidarvekirin, yek ji nava wan girtiyekî siyasî yê Kurd bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor Navenda Mafê Mirovan Hingav, Di 6 mehên dawî de, 56 welatiyên Kurd li zîndanên Îranê hatin bidarvekirin, yek ji nava wan girtiyekî siyasî yê Kurd bûye.

Li gor wê amarê, 27 welatiyên xelkê Ormiye, 13 welatiyên Loristan, 7 welatiyên Kirmanşan, 4 Kurdên Xurasanê, 3 xelkê Îlam û 2 welatiyên Sine yên Rojhilatê Kurdistanê bûn, di 6 mehên dawî de hatine bidarvekirin.

Ji aliyekî din ve, li gor raporta mehane ya çalakvanên mafên mirovan jî, di meha borî de 36 kes li Îranê bi tuhmetên curbicur hatine bidarvekirin.