Kurdistan Nivîsgeha Yekîtiya Ciwan û Xwendekaran rastî êrîşekê hat

Nivîsgeha Yekîtiya Ciwan û Xwendekaran rastî êrîşekê hat
Logoya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo grûpek ji 4 kesan êrîşî nivîsgeha Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava (YXCDK-R) kirin û li endamekî wê yekîtiyê xistin.

Nivîsgeha YXCDK-Rê ya şaxa Qamişlo ji K24ê re ragihand, duh grûpek ji 4 kesan êrîşî nivîsgeha wê yekîtiyê kirin û li ciwanê nobedarê nivîsgehê Saman Xelîl xistin.

YXCDK-Rê da zanîn jî, ku ji endamê lêdanê pozê Saman hate şikandin.

Herwiha li gor berpirsê şaxa Qamişlo yê YXCDK-Rê Şukrî Ebdilrehman ji K24ê re ragihandiye, ev ne cara yekem e nivîsgeh û ciwanên wan rastî êrîşên bi vî rengî tên, ku berî du rojan bombeyeke dengî li ber deriyê nivîsgeha wan hate teqan din û ziyan gihande kelûpelê nivêsgehê.

YXCDK-R rêxistineke sivîl e û taybet bi ciwan û xwendekaran e, di sala 2013an de li Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin û nivîsgeh û şaxên wê li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê hene. Herwiha rêxistineke çalak e û ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve ye.