Cihan McGurk : Hemû cîgirên Ebo Bekir Bexdadî hatine kuştin

McGurk : Hemû cîgirên Ebo Bekir Bexdadî hatine kuştin
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Barack Obama di hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de, Brett Mc Gurk

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de, Brett Mc Gurk behsa kuştina serokê rêxistina DAIŞê Ebo Bekir Bexdadî dike.

Derbarê vê yekê  Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Barack Obama di hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de, Brett Mc Gurk di daxuyaniyekê de ragehand ku,  welatê wî hemû cîgirên berpirsê rêxistina DAIŞê Ebo Bekir Bexdadî kuştine.

Brett McGurk da zanîn ku, hêzên bejayî bi alîkariya balefirên hevpeyman ve sedî 56 axa Iraqê rizgarkirine û sedî 27 ji axa Sûriyê jî.

Nûnerê Obama ragehand, ku kuştina Ebo Bekir Bexdadî jî wê her pêkbê û tenê dem dixwaze.