Sûrya jî li dijî veguhestina balyozxana Amerîkî ji bo Orşelîmê rawestiya

Sûrya: Pêngava Koşka Sipî eşkere dike çawa Amerîka sivkatiyê bi yasayên navdewletî dike û çawa agirê fitnê li deverê gur dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa fermî ya Sûryê Sana ragihand, ku wezareta derve ya Sûrî bi tundî amadekariyên veguhestina balyozxaneya Amerîkî ji bo Qudsê şermezar dike û ew bizav wek yek ji kiryarên têderane yên Amerîkî da zanîn.

Ajansê ji jêdereke wezwareta derve ya Sûriyê ragihandiye ku ew pêngava Koşka Sipî eşkere dike çawa Amerîka sivkatiyê bi yasayên navdewletî dike û çawa agirê fitnê li deverê gur dike. Wezaretê têkezî li ser pêwîstiya damezirandina sîstemek cîhanî nû kir.

Biryar e îro serokê Amerîka Donald Trump derbarê soza veguhestina balyozxaneya welatê xwe ji bo Orşelîmê, gotekê pêşkêş bike û tê çaverêkirin di wê gotarê de biryara veguhestina balyozxaneyê bide.