“Kurdistana Iraqê di navbera bijardeyên siyasî yên niha yên navxweyî û Rojhilata Navîn de” di konferaskê de

Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr, di bin navê “Kurdistana Iraqê di navbera bijardeyên siyasî yên niha yên navxweyî û Rojhilata Navîn de” konferasekê di rojên 24 û 25 Gulanê lidar dixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr, di bin navê “Kurdistana Iraqê di navbera bijardeyên siyasî yên niha yên navxweyî û Rojhilata Navîn de” konferasekê di rojên 24 û 25 Gulanê lidar dixe.

Kurdistan24 sponsera medyayî ya konferansê dike û di du rojan de zanîngeha Kurdistan – Hewlêr bi beşdariya dehan şareza, pispor, akademesyen, lêkolînerên ji Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê û çendîn serkirdeyên siyasî, guftûgo derbarê bijardeyên li pêş Kurdistana Iraqê û siyaseta navxwe û Rojhilata Navîn dikin.

Li gor programa konferansê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja yekem de gotarekê pêşkêş dike. Herwiha çendî pirs, lêkolîn û guftûgo di konferansê de tên pêşkêşkirin, ku rojên 24 û 24 Gulanê berdewam dibe.

Kurdistan24 sponsera medyayê yaw ê konferansê ye û ji bilî ji veguhastina beşên girîng ên konferansê, studioyeke meydanî û vekirî amade dike û mêvandariya kesayetiyên akademesyen û lêkolîner û şarezayên beşdarî konferansê dibin, dike.