Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg îro koça dawiyê kir

Piştî mana çend rojan di nexweşxaneyeke Almanyayê de, Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg îro koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî mana çend rojan di nexweşxaneyeke Almanyayê de, Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg îro koça dawiyê kir.

Peyamnêrê K24ê li Hanoverê da zanîn, şeva bûrî rewşa tenduristî ya Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsên Begê xirap bû, îro danê sibê jî Mîr koça dawiyê kir.

Kurê Mîr Tehsîn, Hazim ji K24ê re ragihand, şîniya Mîr Tehsîn Begê dê 3 rojan li bajarê Hanoverê bê danîn û ji îro ve destpê dike.

Kurê Mîr Tehsîn Begê daxwaz ji Êzidiyên welatên Ewropa û cîhanê kir ku xwe nexin zehmetiyê netên Hanoverê, ew dikarin li malên xwe şîniya Mîr danin.

Herwiha got: Bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di pêwendiyê de ne ji bo termê Mîr bi riya firokeyeke taybet bo Herêma Kurdistanê bê veguhastin û li wir dê bi xakê bê spartin.

Mîr Tehsîn kurê Seîd Elî Beg di 15ê Tebaxa sala 1933an li navçeya Baedrê ya ser bi qezaya Şêxan ve jidayik bû.

Piştî mirina bavê wî Seîd Elî Beg bi 15 rojan, Mîr Tehsîn Bek di Havîna sala 1944an de pileya Mîrê Êzidiyan pê hat bexşîn û ji wê demê ve Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê ye.

Her çend e roja Înê 25ê vê mehê dengoya mirina wî belav bû, lê malbata wî ji K24ê re tekez kirin, hîna Mîr tehsîn Beg hîna di jiyanên. Lê îro Mîr Tehsîn Beg li Almanyayê koça dawiyê kir.

 

 

Mîr Tehsîn kurê Seîd Beg kurê Husên Beg:

Diya wî: Xoxê keça Nayif Beg kurê Hesen Beg kurê Husên Beg e.

Mîr Tehsîn Beg 15ê Tebaxa 1933an li baedrê ya ser bi qezaya Şêxanê jidayik bû.

Piştî koça mirina bavê wî, di dawiya meha Tîrmeha 1944an di temenê 11 saliyê de bû Mîrê Êzidiyan.

Kurên Mîr Tehsîn: Ziyad, Merwan, Serbest, Hazim, Ferhad, Îsmet.

Keçên Mîr Tehsîn: Hediye, Nefiye, Nesrîn.  

Qonaxên jiyana Mîr Tehsîn Begê:

Di Nîsana 1959an de di dema bizava Ebdulah Şewaf de li Mûsilê hate zîndanîkirin.

Di destpêka sala 1960î de û ta Tebaxa 1961an ji bo Amara, Bexda û Dîwaniyê hate sirgûnkirin.

Di dema destpêkirina Şoreşa Îlonê di sala 1961an de, hat zîndanîkirin û bo Dadgeha Urfî ya Mûsilê hate veguhastin.

Di sala 1970î de pêwendî bi Şoreşa Îlonê re kir û li Nawpirdan li nêzîkî baregaha Barzaniyê Nemir niştecih bû.

Di sala 1975an de ber bi Brîtanyayê ve çû û 7 salan li Londonê ma.

Roja 9. 9. 1981an vegeriya Iraqê.

Du caran rastî êrîşa kuştinê hat û du caran jî birîndar bû. Cara yekem roja 18ê Sibata 1992an li navbera Mûsil û Şêxanê. Cara duyem jî roja 22. 9. 2003an li navbera El-Qoş û Şêxanê. 

Hevdîtin ligel hejmarek mezin ji Padîşah, Serok û siyasetmedarên cîhanê re kiribû, Papayê Vatîkanê jî dît û berevanî li mafê Êzidiyan kir.

Sindoqeke xêrxwaziyê bi navê xwe dirust kiriye û dahatê wê bo perestgeha Laleşê terxan kiriye.

Hejmarek ji xelat û rêgirtinên navdewletî yên derbarê pêkvejiyan, lêborîn û aştiyê wergirtiye.

 

S. B