Balyozê Birîtaniya li Iraq: "Nêzîk wê firîngehên Kurdistan bên vekirin"

Wilks: Birîtanya dixwaze hevrêziyeke bihêzî di warê abûrî de, li gel Kurdistanê hebe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozê Birîtanya li Iraqê Jon Wilks ragihand: "Di van nêzîkan de wê firîngehên Herêma Kurdistanê bên vekirin û em piştevaniya mafên gelê Kurd dikin û di pêşerojeke nêzîk de jî wê rewşa Herêma Kurdistan bi awayekî baş pêşkeve".

Jon Wilks di kongirekî rojnamevanî de li Hewlêrê got: "Bernameyekî taybet li cem me heye ji bo piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û pêwîst e Kurd bi tîmekê bihêz biçin Bexdayê".

Wilks tekez kir ku "Birîtanya dixwaze hevrêziyeke bihêzî di warê abûrî de, li gel Kurdistanê hebe".

Di du rojên derbasbûyî de, balyozê Birîtanya li Iraqê li gel hejmarek ji berpirsên pile bilind yên Herêma Kurdistanê civînan lidar dixe.