Hêzên taybet ên Keneda gihişt in derdora Hewîce

Artêşa Keneda ragihand: "Hêzên me yên taybet ji bajarê Mûsilê derketin û çûne derdora bajarokê Hewîce li parêzgeha Kerkûkê û xwe ji bo destpêkirina şerê kontrolkirina wan navçeyan amade dikin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Keneda ragihand: "Hêzên me yên taybet ji bajarê Mûsilê derketin û çûne derdora bajarokê Hewîce li parêzgeha Kerkûkê û xwe ji bo destpêkirina şerê kontrolkirina wan navçeyan amade dikin.”

Ajansa Nûçeyên Kenedî (The Canadian Press) li ser zimanê peyvdarê artêşa Kenedî belav kir ku "Ew hêzên taybet ên Keneda, ku di şerê kontrolkirina Mûsilê de alîkariya hêzên Iraqî kirin, hatine veguhestin ji bo derdora Hewîce, daku di warê  şêwirmendiyê de alîkariya hêzên Iraqî bikin."

Heman ajansê diyar kir ku: "hêzên taybet ên Kenedî nêzîkî 200 serbazî ne û alîkariya hemû hêzên navxwe yên Iraqê dikin, çi hêzên Pêşmerge bin yan jî artêşa Iraqê be."

Peyvdarê artêşa Kenedî diyar kir: "Niha hemû hêzên navxwe û yên biyanî li bendî fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ne ji bo operasyona kontrolkirina wan navçeyan destpê bikin."