PDK û YNK pêkanîna Hikûmeta nû gotûbêj dikin

Sikirtêrê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fadil Mîranî eşkere kir, ku di çend rojên dahatî de, wê PDK û YNK bicivin, herwiha wê PDK li gel hemû aliyên din jî bicive.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Sikirtêrê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fadil Mîranî eşkere kir, ku di çend rojên dahatî de, wê PDK û YNK bicivin, herwiha wê PDK li gel hemû aliyên din jî bicive.

Fadil Mîranî di kongirekî rojnamevanî de, diyar kir ku hemû alî hest bi berpirsatiyê dikin û neçar in pêkve bicivin û kêşeyan çareser bikin.

Ev yek di demekê de ye, ku duh 6/11/2018an, berbijarên biserketî yên gera pêncem a Perlemana Kurdistanê sûnda yasayî xwarin û wek Perlemanter dest bi karên xwe kirin, lê bi sedema lihevnekirina pêşwext di navbera aliyan de, Desteya Serokatiya Perleman nehat hilbijartin, lewra jî biryar hat stendin bi piraniya dengên perlemanteran, ku rûniştin vekirî bimîne, heya dema ku aliyên siyasî li ser postên kabîneya dahatî ya Hikûmetê û Desteya Serokatiya Perleman lihev bikin.

N.O