Rûsya, Esed vedixwîne Moskow
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya Serokê Sûriyê vedixwîne Moskow
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvînek televizyonî de ragihand, Serkirdatiya Rûsyayê, Serokê Sûriyê Beşar Esed vexwendiye Rûsya û nîv grava Krim kiriye.
Lavrov got, Serokê Komara Krim Sergey Aksionov seredana Şamê kiriye, û Esed bi fermî vexwendiye Rûsya û nîv grava Krim.
Serokê Komara Krim, ku bi ser Rûsya ve ye, ev dû roj in li Şamê ye, û digel berpirsên Sûriyê pêwendiyên her dû welatan gengeşe dike.
C.B