“Amerîka di warê bazirganî û leşkerî de dê Tirkiyê bixe tengasiyê”

Tirkiye ya ku bi Amerîkayê re li ser Sûriyê xwedî nêrûn û polîtîkayên cuda ye niha jî bi mijara mûşekên S 400 tên beramberî hev.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Tirkiye ya ku bi Amerîkayê re li ser Sûriyê xwedî nêrûn û polîtîkayên cuda ye niha jî bi mijara mûşekên S 400 tên beramberî hev. Rayedarên Tirkiyê dibêjin heta meha Tîrhmehê mûşek dê li Tirkiyê bêne bicihkirin. Beramberî vê yekê rayedarên Amerîkayê jî ecizî û hişyariyên xwe raber dike û bi vê yekê endamtiya Tirkiyê ya NATOyê jî tê nîqaşkirin. Hin pispor dibêjin Amerîka ne ji ber endamtiya Tirkiyê ya NATOyê di mijarên bazirganî û leşkerî de Tirkiyê bixe nava tengasiyê de. Hin pisporên Tirkiyê jî dibêjin ev kêşe dê navbera her du welatan de berdewam bike.

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de mijara ji Rûsyayê kirîna mûşekên S 400 ku sistema parastina hewayî ye careke din bûye sedema rageşî û nîqaşan. Herî dawî Serokomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku di meha Tîrmehê de mûşekên S 400 dê li Tırkıyê bên bicihkirin. Beramberî vê yekê Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence got hemberî vê hewla Tirkiyê Emerîka bêdeng namîne û Balyoza Amerîkayê yê bo NATOyê Bailey Hutchison jî diyar kir ku hemu endamên NATOyê kirîna Mûşekên S 400 dilgiran e û bila Tirkiye welatekî bêalî an jî ji endamên NATO mûşakan bistîne.

Gelo bi van daxuyaniyan Emerîka dixwaze hebûna Tirkiyê ya di nava NATOyê de bi dawî bike?

Derbarê vê yekê de Generalê Tirk Kûşat Atilgan ku 6 salan di nava NATOyê de weke berpirsekî Tirkiyê kar kiriye û niha teqawît bûye dibêje Amerîka bi tena serê xwe nikare Tirkiyê ji endamtiya NATOyê derxîne lê belê di warê aborî û leşkeri de dibe ku Tirkiyê bixe nava tengasiyê de.

Li ser vê pirsê Generalê Tirk yê berê di nava NATOyê de Kûrşat Atilgan ji K24ê re got: "NATO rêkeftineke parastin û havkariyê ye ji ber vê çendê ne serokê Amerîkayê ne jî cîgirê wî bi tena serê xwe nikare Tirkiyê ji endamtiya NATOyê derjîne. Lê belê di warê bazirganî û leşkerî de egerek zêde ye ku Amerîka Tirkiyê bixe zorê. Tirkiye hewl dide ji Amerîkayê mûşekên patroît û frokeyên şer yên bi navê F35 bistîne di vê mijarê de dibe ku Amerîka kêşeyan derxîne û radestî Tirkiyê neke. Di warê bazirganî de jî dibe ku Amerîka destûrê nede Tirkiyê ku îro şûnde bi tu awayî ji Îranê bazirganiyê bike."

Li gorî hin pisporan jî Tirkiye heta ku di mijarên Minbic, Rojhelatê Ferat û alikariyên bo YPGê de ji Amerîkayê tawîzen bidest nexe dê bi biryar ji Rûsyayê mûşekên S 400 bistîne. Û ev mijar dê weke kêşeyeke neçareserkirî bidome.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Engîn Oktem dibêje: "Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ligel Minbic,rojhelatê Çemê Feratê û alikariyên bo YPGê yek ji mijra ku bûye sedema kêşeyan mûşekên S 400 in. Tirkiye dixwaze ku di qada Sûriyê de çend tawîzan ji Amerîkayê bistîne ku li ser sînorên xwe gefa YPGê dûr bixe. Niha ev mijar dê weke kêşeyeke neçareserkirî berdewam bike navbera her du welatan de. Dema ku Amerîkayê daxwazên Tirkiyê yên li ser qada Sûriyê qebûl kirin Tirkiye jî wê çaxê dibe ku mûşekên S 400 nestîne."

Di îlona 2017an de di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser kirîna mûşekên S 400 rêkeftinek hatibû îmzekirin. Li gorî vê rêkeftinê Tirkiye dê 2 milyar dolar bide Rûsyayê û di destpêka sala 2020an de jî dê mûşekên S 400 li Tirkiyê bêne bicihkirin. Ligel vê yekê Tirkiye hewl dide ji Emerîkayê jî mûşekên patroît û frokeyên şer yên bi navê F 35 bistîne. Lê belê heta niha encameke berbiçav bi dest nexistiye bi Amerîkayê re.