Îran: Divê em xwe ji cengê re amade bikin

Serokê Îranê: Amerîka newêre êrîşî me bike, lê tevî wê yekê jî, pêwîst e Îran xwe ji cengê re amade bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Komara Islamî ya Îranê (Hesen Rûhanî), ji televizyona fermî ya welatê xwe re ragihand, ku Amerîka newêre êrîşî welatê wî bike, lê tevî wê yekê jî, pêwîst e Îran xwe ji cengê re amade bike.

Hesen Rûhanî diyar kir, Amerîka zane ku karînên serbazî yên Îranê gellek in û zanin ku Îran kare berisiva her êrîşekê bide, ji ber vê yekê jî ew newêre êrîşî me bike.

Rûhanî got jî: Divê em xwe ji cengê re amade bikin û rê nedin bizavên wan welatên ku dixwazin axa Îranê û çavkaniyên welatê me dagîr bikin.

Di dema dawî de, zimanê gef û zirtan di navbera Îran û Amerîka de gellekî tê bikaranîn, bi taybet jî, piştî ku Amerîka xwe ji Rêketina Etomî kişand û sizayên abûrî yên tund li ser Îranê sepand.

Hevdem li gel wan sizayan, Amerîka gef li hemû welat û kompaniyan kir, ku heger ew pêwendiyan bi Îranê re berdewam bikin û dorpêç û sizayên Washingtonê li ser Taranê binpê bikin, wê Amerîka pêwendiyên xwe bi wan aliyan re bibirre.

Herwiha wê Amerîka di Mijdara dahatî de, sizayên tundtir li ser Îranê bisepîne, ku ev yekem car e di dîroka Îranê de, sizayên Amerîkî bi vî astê tund li ser wê tên sepandin.

Berî niha jî, Amerîka dabû xuyakirin, ku ewê di nava çend mehên dahatî de, kirrîna petrola Îranê di bazara cîhanî de qedexe bike, vê yekê hişt ku Îran gefan bike, ku ewê jî di beramber de, tengeava Hurmizê bigire û rê nade keştiyan ku petrola welatên kendavê veguhêzin.

Di encama van pêşveçûnan de, rewşa abûrî li Îranê gellekî lawaz bûye û diravê Îranî beramberî Dolar gellekî erzan bûye û bi awayekî berdewam xwepêşandanên nerazîbûnê li parêzgehên Îranê derdikevin.   

N.O