Xwepêşander: Çima tenê Kurdistan24?

Xwepêşandarek Besra hestên xwe weha anîn ziman: “Çima ji derveyî we tu qenalek din a telewizyonî nehatiye? Telewizyona fermî El Şerqiye li kude ye? Çima tenê Kurdistan24 heye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwepêşandanên li bajarê neftê yê başûrê Iraqê Besra dîsa derketin kolanan.

Nûçegîhanê Kurdistan24 ragihand ku, Hêzên Ewleyiyê lipêş Parêzgeha Besra parastinek tund danîne û rêyên serekî yên bajêr bo trafikê hatine girtin.

Xwepêşandarek Besra hestên xwe weha anîn ziman: “Çima ji derveyî we tu qenalek din a telewizyonî nehatiye? Telewizyona fermî El Şerqiye li kude ye? Çima tenê Kurdistan24 heye? Em hesabê dizîna petrol me, dewlemendiyên me dikin? Nefta me, dewlemendiyên me diçin kude?“

Di destê xwepêşandarek din de, wêneyê xwepêşanderek ku ji aliyê Hêzên Ewleyiyê ve hatî kuştin hebû û got: “Ev camêr karker bû û jib o tenê xwepêşandanek aştiyane hatibû.  Ew brîndar kirin û li nexweşxaneyê cane xwe jidest da. Çima ji derveyî we,  qenalek din nake nûçe! Hemû xwepêşandarên li vir hevwelatiyên hejar in. Havelê min bi 2 guleyan hate kuştin!”

Îro ji derveyî Besra û gelek bajarên din ên Şîenişîn, herweha li Bexdayê xwepêşandanên berfereh tên lidarxistin. Kurdistan24 bi weşana zindî û raporan, herweha nûçeyên germ rewşa xwepêşandanan radighîne…

 

 

C.B