Kurdistan Ciwanekî YPGyî diya xwe dikuje

Ciwanekî YPGyî diya xwe dikuje
Ehmed Muaz Heyder ya ku diya xwe kuştiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Çilaxa ya Rojavayê Kurdistanê, ciwanekî ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve teqe li diya xwe kir û di encamê de dayikê canê xwe jidest da.

Jêderekî li bajarokê Çilaxa ji peymanêrê “Yekîtî Media” re rgihand, ciwanê bi navê Ehmed Muaz Heyder (15 salî) ku di vê dawiyê de pêwendiya wî bi YPGê re heye, duh dema vegeriye mala xwe û 2 gule ji çekê wê derketine û diya xwe kuştiye.

Wî jêderî diyar kiriye, Ehmed Muaz Heyder berî pêwendiya wî şervanên YPGê re hebe, xwendekarê pola 10emîn bû û pêwendiya wî bi rêxistina “Ciwanên Şoreşger” re hebûye, berî hefteyekê jî bêyî razemendiya malbata xwe tevlî YPGê bûye.

Herwiha wî jêderî amaje bi wê yekê kiriye, heta niha sedema sereke ji kuştina dayikê te ne diyar e, heger ji pirsgirêkên di nava malê de ye, yan ji ber xemsarî û lîstina bi çek ew bûyer bûye.