Îran xwe bi mûşekên S-300 xurt dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Perlemana Îranê Elî Larîcanî ragihand, piştî radestkirina sîstema mûşekî ya S-300 ji Sûryê re, Israîl nikare ti gavên cidî li Sûryê bavêje.
Elî Larîcanî ragihand, di navbera wan û Rûsya de rêketineke temam derbarê Sûrya heye.
Larîcanî got jî: Bi radestkirina sîstema berevaniya ezmanî ji corê S-300 ji bo Sûryê, wê Israîl nikribe bi asanî êrîşî Sûryê bike.
Navhatî got: Ji mafê Rûsya ye wê sîstemê li Sûrya dane, ew jî piştî êrîşa vê dawiyê ya Israîlê, ku bû sedema ketina firokeya Rûsî.
N.O