Serokê berê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ezîz Şêx Reza koça dawî kir

Serokê berê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ezîz Şêx Reza di temenê 79 salî de, li Swêdê koça dawî kir

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokê berê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ezîz Şêx Reza di temenê 79 salî de, li Swêdê koça dawî kir.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Musa Ehmed, nûçeya malavayî ya Serokê berê yê dezgeha wan ragihand û ji Kurdistan24re got , heval û kesûkarên 'Ezîz Şêx Reza li Swêdê kar ji bo vegerandina termê navborî bo Kurdistanê dikin û roja çarşemiya bê li ser xak û warê xwe li devera Ranya bi xakê tê spartin.

 Ezîz Reza Mhemed, naskirî bi Şêx Ezîz di sala 1939an de li gundê Basare yê ser bi qezaya Dokan a parêzgeha Silêmaniyê jidayik bûye. Di sala 1956an de bûye endamê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê. Li sala 1959an ji bo xwendinê berê xwe da ye  Çekoslovakya ya wê demê. Di sala 1966an de Master di endazyarîya kareba de bidest xistiye. Sala 1962an ji encama bordûmana firokeyên Iraqê dayika wî bi navê Zûbêyde Şêx Semed şehîd dibe. Sala 1967an pêwendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re dike û dibe berpirsê beşê teknîkî yê Dezgeha Dengê Kurdistana Iraqê. Sala 1970an bû ye Kargêrê Liqa Şeşan a Ewrûpayê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê û di navbeyna salên 1971 - 1975an Nûnerê Partî li Beyrûdê ye. Piştî şkestina Şoreşa Îlonê, di 1975an de berê xwe dide welatê Swêdê. Sala 1999an vedigere Kurdistana Azad. Sala 2003an dibe Şêwirmendê Serok Barzanî û piştî dû salan dibe Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û di sala 2010an de medalyaya Barzanî yê Nemir, bi wî tê dan.

 

C.B