ENKS: Bawerî bi TEV-DEMê nemaye

Piştî hevdîtina ku di navbera Hevserokê Desteya Rêvebir ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl û Berpirsê Doseya Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Hemîd Derbendî û di dema ku axaftin derbarê nêzîkbûnekê li Rojavayê Kurdistanê di navbera TEV-DEM û ENKSê de zêde dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî hevdîtina ku di navbera Hevserokê Desteya Rêvebir ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl û Berpirsê Doseya Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Hemîd Derbendî û di dema ku axaftin derbarê nêzîkbûnekê li Rojavayê Kurdistanê di navbera TEV-DEM û ENKSê de zêde dibe. Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) didin zanîn ku zemîna baweriyê di navbera her du aliyên sereke de nemaye. Lê tevî wê jî serkirdeyên TEV-DEMê dibêjin ku we amade ne ji bo danûstandinan bi ENKSê re bikin.

Piştî hevdîtina ku di navbera Hevserokê Desteya Rêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl û Berpirsê Doseya Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Hemîd Derbendî de hate lidarxistin, nîşanek e ku zemîna nêzîkbûnekê li Rojavayê Kurdistanê peyda bike. Serkirdeyê di TEV-DEMê de Ebdilselam Ehemd dide zanîn ku Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û pêwîst e hemû aliyên siyasî hevnerîn bin di pirsgirêk û arîşeyên girêdayî netewa Kurdî. Herwiha tekez dike ku TEV-DEM her dem amade ye ji danûstandinê bi hemû partî û aliyên siyasî re.

Ebdilselam Ehmed ji K24ê re wiha axivî: “Ev qonax, qonaxeke dîrokî û hestiyar e, divê hêz û aliyên tevgera Kurdî li Rojava li ser programekê lihev bikin û çiqasî nakokiyên siyasî hebin jî, lê negorên netewî hene û divê em li ser wan rêkeftî bin. Rêveberên TEV-DEMê jî xwastin em kongreyeke netewî lidar bixin li ser asta Rojava û em bi çavê dijminahiyê li hev nenêrin.”

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê amendariya giştî ya ENKSȇ jî dibêje, diviyabû ku TEV-DEM danûstandinan bi ENKSê re bike weke aliyekî siyasî ya sereke di Rojavayê Kurdistanê ne wek şagirtekî. Herwiha tekez dike ku zemîna baweriyê di navbera her du aliyan de hatiya birîn, ji ber têkçûna gelek rêkeftinên berê.

Şivan Îbrahîm got: “Devera herî bi tenê maye li pêşiya rêjîma Sûriyê ku hêza lê vegerîne herêma Cezîrê maye, ev hemû me dike bin metirsînekê ji aliyekî ve, ji aliyê din ve jî berpirsatiya PYD mezintir û ferehtir dike, ji ber heta niha ew bi tenê desthilatê dike û ne şirîkan qebûl dike û ne opozîsyonê qebûl dike û ne hevalbendan qebûl dike. Ew bi tenê û divê xelk jê re wek şagirtan bin, lewra em wek ENKS ji roja damezrandina ENKSê û ta îro me xwe ti carî ji ber diyalog û danûstandinê nedaye aliyekî, lê pêwîst e bingeheke aşkere û hebûna gerentîkarekî sêyemîn ji vê diyalogê re mîna Cenabê Serok Barzanî û aliyekî navdewletî hebe.”  

Hevdîtina Hevserokê Desteya Rêvebir a TEV-DEMê Aldar Xelîl û Berpirsê Doseya Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê Hemîd Derbendî tê, piştî demekê ji banga hevseroka berê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdula ji bo lidarxistina kongireke netewî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku rûbirûyî hevbendiyên li dijî Kurdan bibe.