Erdogan bi tundî dijî Almanya peyivî

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, ti lêpirsînek derbarê kompaniyên Almanî yên li Tirkiyê nehatiye vekirin û daxuyaniyên Wezîrê Aborî  û Wezîrê Derve şermezar dike. Da zanîn, rayedarên Almanya bi van daxuyaniyan dixwazin pêwendiyên her du welatan têk bidin.

Erdogan got, Ti bingeha daxuyaniyên Wezîrê Aborî yê Almanyayê nîne. Dixwaze kompaniyên biyanî ku li Tirkiyê kar dikin bitirsîne. Ev van daxuyaniyan bi awayek tund şermezar dikim. 

Derbarê ti kompaniyek Almanî ti lêpirsîn û lêkolîn nehatiye kirin. Ez li vê derê bang li rayedarên Almanya û hemû cîhanê dikim, "Hêza we ya reşkirina Tirkiyê nîne". Hun nikarin bi van tiştan me bitirsînin. Yên dixwazin pêwendiyên Almanya û Tirkiyê xera bikin, di rêyeke şaş de ne.

Divê destpêkê Hikûmeta Almanya hesab bide ku çawa terorîstan li Almanya vedişêre. Terorîstên ji Tirkiyê direvin çawa li Almanya cih dibînin. PKK di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de ye, lê li kolanên Almanya di bin çavdêriya polîsan de xwepêşandan dike.

Divê almanya xwe komêserhev bike. Ti carê nikare me jî bi van gefan bitirsîne. Divê bizane. Dadgehên wan çiqas serbixwe ne, bila bizanin yên me zêdetir serbixwe ne.

Wezîrê Derve yê Almanya jî daye xuyakirin, Tirkiye bo geştiyarî ne ewle ye, ew jî qesdî ye û nerast e