Ji Mesrûr Barzanî bo malbata Prof. Nebez nameya serxweşiyê

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im, dîtin û nerînên Cemal Nebez di jiyanê de berhema xwe bidin û neteweyê Kurd, wekî Milletên din mafên xwe bidest bixe, bextewer û asûde be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi egera wefata Prof. Dr. Cemal Nebez, nameya serxweşiyê ji malbata Nebez re şand û diyarkir ku: “Nav û ramanên Nebez dê her dem zindî bimînin”.

Di nameya xwe de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê anî ziman ku, kesayetiya rewşenbîr Prof. Dr. Cemal Nebez di têkoşîna rewa ya neteweyê Kurd de xwedî cîhek taybet bû ye. Di berhemên Prof. Nebez de têkoşîn û xebata 50 salên dawî bi awayek eşkere tên berçav.

Mesrûr Barzanî aniye ziman ku: “Di bidestxistina mafên gelê Kurd de, raman û bîrûboçûnên Cemal Nebez û ronakbirên Kurd û têkoşîna Peşmerge di bereya şer de temamkarê hevûdu ne”.

Mesrûr Barzanî diyarkir ku. “Navê Cemal Nebez, ramanên wî dê her dem zindî bimînin”. Hêvîdar e, dîtin û nerînên Cemal Nebez di jiyanê de berhemê bidin û neteweyê Kurd jî, wekî Milletên din mafên xwe bidest bixe, bextewer û asûde be.

Roja Şemî ya borî Prof. Dr. Cemal Nebez li paytexta Almanya Berlînê, piştî nexweşiyê jiyana xwe jidest da bû.

 

 

C.B