Li Diyarbekirê paswanekî gundan hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Diyarberkirê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlekariyê de şer derket, paswanekî gundan hate kuştin, yekî din jî birîndar bû.
Di derbarê mijarê de Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand, li gundewarên bajarokê Farqînê di navbera hêzên ewlekariyê û gerîlayên PKKyê de şer derketiye û di encamê de paswanekî gundan canê xwe ji dest daye, yekî din jî birîndar bûye.
Parêzgeriya Diyarbekirê diyar kir jî, operasyonên wan ên li dijî PKKê berdewam dike.
S, B