Trump derbarê Xaşuqçî dilgiran bûye

Donald Trump, di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand, ku ew derbarê nebedîbûna rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşuqçî li Stenbolê dilgiran e û naxwaze guhdariya nûçeyên hevmînak bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Amerîka Donald Trump, di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand, ku ew derbarê nebedîbûna rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşuqçî li Stenbolê dilgiran e û naxwaze guhdariya nûçeyên hevmînak bike.

Trump diyar kir, ku ew hêvîdar e ew kêşe çareser bibe û got: Heya niha kes tiştekî li ser çarenivîsa wî rojnamevanî nizane.

Rojnamevanê rojnameya Washington Post Cemal Xaşuqçî, di roja 2/10/2018an de, bi mebesta encamdana karekî îdarî, serdana kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê kiribû, lê ji wê rojê ve, ew nebedî bûye.

Li gorî ajansa Reutersê, berpirsên emnî yên Tirkiyê di wê baweriyê de ne, ku Xaşuqçî li nav kunsulxaneyê di piroseyeke emnî de ji aliyê hewalgiriya Siûdiyê ve hatiye kuştin.

N.O