Şêx Ceifer: “Bi hêvî me şer di navbera Pêşmerge û Iraqê de çênebe.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandeyê hêzên 70yên Pêşmerge Ceifer Şêx Mistefa, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê got: Di demeke nêzîk de wê operasyona kontrolkirina Hewîce bi hevrêzî di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de destpê bike.”
Derbarê egera pêketina şer di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraq de, piştî encamdana referandomê, Şêx Ceifer got: “Ez bi hêvî me şer di navbera hêzên Pêşmerge û Iraqê de pênekeve.”