Hêza dijeterora Iraqê li Kerkûkê du birayan direvîne

"Ji bilî revanidna herdu birayan, wê hêzê gellek sivkatî bi malbatê û merivên me kir û bi destan li birayekî me da".

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din li taxa Hurriye ya bajarê Kerkûkê, hêzên dijeterora Iraqê girte ser mala hwelatiyekî Kurd û du bira bi navên Umer Ezîz û Akam Ezîz revand û heya niha çarenivîsa wan nediyar e.

Malbata wan ji Kurdistan24ê re ragihand, ku yek ji wan xwediyê navendeke pizişkî ye û karmendê nexweşxaneya Azadî ye, yê din jî berî niha pasewanê parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm bû, piştî bûyerên şazdê Cotmehê dev ji wî karî berda.

Malbatê got jî: "Ji bilî revanidna herdu birayan, wê hêzê gellek sivkatî bi malbatê û merivên me kir û bi destan li birayekî me da".

Herwiha got: "Heya niha çarenivîsa herdu birayan nediyar e û ji aliyên pêwendîdar dixwazin ku bi hewara welatiyên Kurd ve bên".

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî û dagîrkirina Kekrûkê ji aliyê milîsên şî'e û hêzên Iraqî ve, bi hevkariya çend berpirsên mezin yên YNK, desteserkirina xortên Kurd û girtina ser malên welatiyên Kurd destpê kiriye û welatiyên Kurd daxwaza parastina can û milkên xwe dikin.

N.O