Serok Barzanî: Gelê Kurdistan zimanê zordariyê qebûl nake

Serok Barzanî tekez kir ku ew li gel gotûbêj û diyalogê ne, lê di heman demê de gelê Kurdistan zimanê zordariyê qebûl nake.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî li gel kesatiyên civakî û rîsipî û maqûlên devera Badînanê civiya û ragihand, referandum nejêdera kêşeyên niha ye, ji ber ku jêdera kêşeyên niha heman ew sedem in ku hiştin gelê Kurdistanê biryara referandumê bide.

Îro li bajarê Dihokê Serok Mesûd Barzanî li gel kesatiyên civakî û zanayên ola Islamî û Kiristiyanî û Êzdî û rîsipî û maqûlên devera Badînanê civiya.

Di gotina xwe de, di wê civînê de Serok Barzanî got: Ez sipasiya cemawerên serbilind û têkoşerên Kurdistanê û devera Badînan dikim ku xweragirane li pêşya gefan rawestiyan û di şerê li dijî terorê de qurbanî dan û di piroseya referandumê de, îrade û himmet û bizavên xwe bi awayekî aştiyane û dîmukratî pêş cîhanê kirin.

Di dirêjiya gotina xwe de Serok Barzanî diyar kir, ku referandum destkefteke giring û mezin e ji gelê Kurdistanê re.

Serok Barzanî behsa piroseya siyasî ya Iraqî di astê salên derbasbûyî de û rewşa niha de kir û got: Niha bi awayekî eşkere şeraket û tewazun û lihevkirina siyasî hatine binpêkirin û ew kesên ku niha xwe wek berevanên destûrê didin xuyakirin û li gorî dilê xwe destûrê tefsîr dikin, ew heman kes in ku destûra Iraqê binpê kirine û ew bi xwe jî sedema vê rewşa niha ya Iraqê ne.

Her di wê civînê de Serok Barzanî hûrkariyên xiyaneta 16ê Cotmehê ji amadebûyan re şirove kir û bal kişand ser helwesta civaka navdewletî û karvedanên Bexdayê beramberî referandumê.

Serok Barzanî tekez kir ku ew li gel gotûbêj û diyalogê ne, lê di heman demê de gelê Kurdistan zimanê zordariyê qebûl nake.

Serok Barzanî daxwaz kir ku gelê Kurdistanê xwedî hêvî û îradeyeke bihêz be û divê ew serweriya ku gelê Kurdistan di dîrok û xebata xwe de tomar kiriye bi başî biparêze û bihêztir bike bi taybet di mijara çanda pêkvejiyanê de û kûrkirina canê biratî û azadî û wekheviyê di navbera pêkhatên olî û netewî yên Kurdistanê de.