Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Hollandayê dicivin
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro 10.7.2018an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Lahay ligel Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte û hejmarek ji berpirsên pilebilind ên wî welatî dicive.
Malpera fermî ya hikûmeta Holandayê, îro Sêşem (10-07-2018) Serokwezîrê Holandayê Mark Rûtte dê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.
Wê malperê ecindeya civînê belav kir û tê de hat, Nêçîrvan Barzanî û Mark Rutte pirsa koçberan, şerê li dijî DAIŞê, ewlehiya navçê û zêdekirina hevahengiya di navbera her du hikûmetan bi taybetî di warê keşûkalê de gotûbêj dikin.
Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Hollandayê, ji piştî serdana Enqerê û beşdariya di rêwresma destbikarbûna Recep Teyip Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê tê.
S. B