Rûsya: Dibe ku opozisyona Sûrya tevlî civînên me û Tirkiyê û Îran bibe

Bogdanov: Aliyên beşdar wê civînan li gel şanderê navdewletî ji bo Sûryê Staffan De Mistura lidar bixin û niha De Mistura li bendî lîsta opozisyonê ye, ji bo pêkanîna Komîteya Dariştina Destûra nû ya Sûryê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov ragihand, ku roja 18 û 19 vê mehê, wê civînek di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de, taybet bi kirîza Sûryê bê lidarxistin û dibe ku di wê civînê de, nûnerên opozisyona Sûryê yên ku li Ewropa, Tirkiyê û welatên kendavê dimînin, amade bibin.

Bogdanov diyar kir, ku aliyên beşdar wê civînan li gel şanderê navdewletî ji bo Sûryê Staffan De Mistura lidar bixin û niha De Mistura li bendî lîsta opozisyonê ye, ji bo pêkanîna Komîteya Dariştina Destûra nû ya Sûryê.

N.O