Wezîrê derve yê Fransa serdana Herêma Kurdistanê dike

Îro wezîrê derve yê Fransa serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînan lidar bixe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro sibeha wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian gihişte Bexdayê û li gel hejmarek ji berpirsên pile bilind yên Iraqê civiya.

Li gorî zanyariyên bidest Kurdistan24ê ketine, biryar e her îro wezîrê derve yê Fransa serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînan lidar bixe.

Le Drian di dema civîna xwe de li gel hevpostê xwe yê Iraqî ragihand: "Mebesta serdana min gotûbêjkirina rewşa Iraqê ye piştî nemana DAIŞê û piroseya avakirina Iraqê ye, ku bi sedema şerê DAIŞê ziyaneke mezin li vî welatî bûye".

Serdana wezîrê derve yê Fransa ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, piştî rojekê ji serdana wezîra berevaniya Almanya Ursula Von Der Leyen ji bo Herêma Kurdistanê tê.