Amerîka û Fransa şerê dijî DAIŞê li Iraq û Sûryê didomînin

Macron û Trump, tekez kirin ku ewê rê li ber vegera DAIŞê ji bo navçeyê bigirin û bizavan ji bo guhertina siyasî li Sûryê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Amerîka Donald Trump di pêwendiyeke telefonî de, bizavên rûbirûbûn a DAIŞê li Iraq û Sûryê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyekê ji Koşka Eylîzê, îro Emmanuel Macron û Donald Trump pêwendiyeke telefonî encam dan û têde danûstandin derbarê bizavên rûbirûbûna DAIŞê li Iraq û Sûryê kirin. Herwiha tekezî li ser berdewamiya hevrêziyê û bizavên bidawîkirina DAIŞê li navçeyê kirin.

Macron û Trump, tekez kirin ku ewê rê li ber vegera DAIŞê ji bo navçeyê bigirin û bizavan ji bo guhertina siyasî li Sûryê bikin.

Ew pêwendiya telefonî di demekê de ye ku, biryar e rojên 23 heya 25ê vê mehê Serokê Fransayê Emmanuêl Macron seredana Amerîkayê bike.

N.O