Sûriyê Opozîsyon: Divê tevahiya mîlîşyatan ji Sûriyê derkevin

Opozîsyon: Divê tevahiya mîlîşyatan ji Sûriyê derkevin
Serokê Îtîlafa Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê Enes Ebde

K24 – Navenda Nûçeyan

Îtîlafa Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî dike ku, biryarekê derbarê derketina tevahiya mîlîşyatên biyanî ji Sûriyê bistîne.

Îtîlafa Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê di daxuyanyekê de ragihand, ku divê civînên Astana ji cibicîkirina tevahiya biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî û danûstandinên Cenêvê dest pê bike.

Îtîlafê di daxuynaya xwe de gotiye jî, rêjîma Sûriyê, Îran û mîlîşyatên terorîst berdewam in li ser binpêkirina agirbestê. Herwiha Îtîlafa daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî û aliyên peywendîdar bi agirbestê kir,  ku wan êrîşan rawestînin û kesên ku binpêkirin kirine bên sizakirin.

Herwiha Îtîlafê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku, biryarekê bistîne bo derketina tevahiya mîlîşyatên biyanî ji Sûriyê û rawestandina piştevanya tevahiya aliyan ji wan mîlîşyatan re.