Tirkiyê Plansazê êrîşa Stenbolê jî hate girtin

Plansazê êrîşa Stenbolê jî hate girtin
Êrişa sersalê ya Stenbolê

K24 – Navenda Nûçeyan

Plansazê êrişa sersalê ya Stenbolê hate girtin. Hat ragehandin, kesê hatiye binçavkirin ji regezê Tirk e û welatiyê Fransayê ye.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrdûrê, bi daxuyaniyek nivîskî aşkera kir, kesê bi navê A.S. ku derbarê wî de bi tometa plansaziya êrişa sersalê biryara binçavkirinê hatibû dayîn, beriya du rojan li Stenbolê hatiye binçavkirin.

Herwiha da zanîn, pê re girêbesta xaniyê ku êrişkar Ebdulqadir Meşarîpov tê de maye hatiye dîtin. Kesê hatiye desteserkirin, ji regezê Tirk e, lê di heman demê de welatiyê Fransayê ye û ji sala 2009'ê ve li Fransayê dimîne.

Di roja yekem a sala nû de jî li Stenbolê hola şahiyan a Reinayê êrîşeke terorî pêk hat, di encamê de 39 kes hatin kuştin, ji nava kuştiyan 24 kes geştiyarên ji welatiyên biyanî bûn, herwiha 65 kesên jî birîndar bûn.