Nirxê Wezareta Bergiriya Iraqê gihişt 30 milyon Dolar

Jêderekî siyasî Iraqî eşkere kir, ku nirxê postê Wezareta Bergiriya Iraqê gihiştiye 30 milyon Dolar û kesatiyeke Sunne amade ye 30 milyon Dolar bide daku wî postî werbigire.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Jêderekî siyasî Iraqî eşkere kir, ku nirxê postê Wezareta Bergiriya Iraqê gihiştiye 30 milyon Dolar û kesatiyeke Sunne amade ye 30 milyon Dolar  bide daku wî postî werbigire.

Malpera (El-Xed Press) ya Iraqê belav kiriye, ku di nav hêzên Sunnî de, milimlane li ser postê Wezareta Bergiriya Iraqî berdewam e û gihiştiye astekî ku weke borsê lê hatiye û nirxê wî postî roj bi roj bilind dibe, bi awayekî ku kesatiyeke Sunne, amade ye 30 milyon Dolar ji bo wergirtina wî postî bide.

Li gorî heman malperê, wî jêderî eşkere kiriye, ku welatên Qeter û Tirkiyê, navberiyê dikin daku ew kesatiya Sunnî, postê Wezîrê Bergiriya Iraqê werbigire.

N.O