Berhemanîna gazê bi rêjeya % 30 li Herêma Kurdistanê zêde bû

Kompanya Dana Gaz di daxuyaniyekê de belav kir, piştî ferehkirina wêstegha gaza Kormorê karîna berhanîna gaza xwezayî bo 400 milyon Pê sêcar di rojekê de bilind bûye. Herwiha rojane 15 hezar bermîl “condensate” berhem tîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kompanyaya Dana Gaz li ser malpera xwe fermî belav kir, zêdekirina berhemanîna gazê ji bo dabînkirina sotemeniya zêdetir ji wêstgehên eliktirîkê yên Herêma Kurdistanê re ye.

Wêstgeha Kormor di sala 2008an de dest bi karê xwe ê berhmanîna gazê kiriye û di riya boriyên re gazê digihîne kêlgehên eliktirîkê yên li Çemçemal û Hewlêrê û di demek nêzîk de jî karê wê berfereh bibe û dê gazê ji wêstgeha Bazyanê re dabîn bike.

Kompanyaya Dana Gaz “Dana Gas” di çarçova çend girêbestên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, ji dema 10 salan ve li Kurdistanê kar dike û îro jî biqasî ji sedî 30 ji berhemanîna gazê zêde kiriye.

Berî demekê, berpirsên Wezareta Eliktirîkê ya Herêma Kurdistanê aşkere kirin, di Zivistana îsal de eliktirîka niştimanî ji welatiyan re tê zêdekirin.

S. B