Îsraîl: Îran û Sûrya bi agir dilîzin

Îsraîl: Şandina firokeya bê firokevan ya Îranê ji bo ezmanên me, serweriya axa Israîlê binpê kiriye û her aliyek li pişt vî karîbe, wê ji aliyê me ve bê armanckirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî xistina firokeyeke Israîlî ji corê F-16î ji aliyê Sûryê û hêzên ser bi Îranê ve, firokeyên Israîlî dest bi bordûmana 12 bingehên serbazî li derdora Şamê kirin û zengilê haydariyê li bilindahiyên Colan û devera Celîl li bakurê Israîl lêda".

Piştî xistina firokeyê, serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu civîneke lezgîn li gel fermandeyên serbazî û yên ewlehiya Israîlê lidar xist û heya niha jî ew civîn berdewam e.

Ji aliyê xwe ve peyvdarê artêşa Israîlê got: "Şandina firokeya bê firokevan ya Îranê ji bo ezmanên me, serweriya axa Israîlê binpê kiriye û her aliyek li pişt vî karîbe, wê ji aliyê me ve bê armanckirin".

Ev çendîn car in, Serokwezîrê Israîlê, derbarê gefên milîs, çekdar û bingehên serbazî yên Îranê hişyariyê dide civaka navdewletî, heya ku îro sibeha rûbrûbûna serbazî di nav herdu aliyan de çêbû û firokeya Israîlî hat xistin û tevî ku Hikûmeta Sûryê tekez dike, ku firokeya Israîlî ji aliyê hêzên wê yên ezmanî ve hatiye xisti, lê Israîl Îranê berpirs dibîne. Heya niha jî Taranê ti daxuyanî derbarê wê yekê nedaye.