Îsraîl: Trump îro biryara danpêdana bi Golanê îmze dike

Birîkarê Wezareta Derve yê Îsraîlê ragihand, îro Serokê Amerîka Donald Trump dê biryarekê derbarê danpêdana Amerîka bi desthilata Îsraîlê li ser Golanê îmze bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Birîkarê Wezareta Derve yê Îsraîlê ragihand, îro Serokê Amerîka Donald Trump dê biryarekê derbarê danpêdana Amerîka bi desthilata Îsraîlê li ser Golanê îmze bike.

Birîkarê Wezareta Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz di twittekê de ragihand, îro bi amadebûna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Serokê Amerîka Donald Trump mersoma danpêdana bi desthilata Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê îmze bike.

Roja 21ê Adarê Duhî Serokê Amerîkayê Donald Trump li hejmara xwe ya “Twitter” belav kiribû, piştî 52 salan êdî dema hatiye ku Amerîka bi fermî serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê nas bike.

Bilindahiyên Golanê di navbera Îsraîl û Sûriyê de ye di şerê sala 1967an de kete bin kontrola Îsraîlê û heta niha jî di bin kontrola wî welatî de ye. Îsraîlê di sala 1981an de jî Golan weke beşek ji axa xwe nas kir, lê belê civaka navdewletî hîn jî wê herêmê weke beşek ji Sûriyê dibîne.

Birîkarê Wezareta Derve yê Îsraîlê amaje bi wê yekê kir, pêwendiyên Îsraîl û Amerîka di dema niha de ji her demeke bûrî baştir in.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî Beşar Caferî bi Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guttres re civiya ye û jê daxwaz kiriye, NY daxuyaniyên Trump şermezar bike.

Sekreterê Giştî yê NY jî tekez kiriye jî, helwesta NY nehatiye guhartin û li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (497) a sala 1981an Golan beşek ji xaka Sûriyê ye û Îsraîl dagîrker e.

 

S. B