Esed: Emê (Bakurê Sûryê) bi hêzê kontrol bikin

Esed: Heger terorsît ji (Bakurê Sûrya) anku Rojavayê Kurdistanê dernekevin, emê wan bizorê derxînin û bi hêzê wê deverê kontrol bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Sûrya Beşar Esed, di hevdîtinekê de li gel kenaleke Rûsî ragihand, ku heger terorist ji (Bakurê Sûrya) anku Rojavayê Kurdistanê dernekevin, dê wê deverê bi hêzê kontrol bike.

Beşar Esed red kir ku welatê wî çekên kîmawî bikar anîbe û got: Ew yek tenê tometek e, daku welatên rojava destwerdana serbazî ya rasterê di Sûryê de bikin.

Li aliyekî de, îro serokê Sûryê biryarek derbarê hilbijartinên encûmenên xwecihî derxist û li gorî wê biryarê, roja 16 Êlûna dahatî wê hilbijartinên encûmenan bên kirin.

Biryar bû destpêka sala 2016an ew hilbijartin bihatana kirin, lê ji ber rewşa şer, Hikûmeta Sûryê hilbijartin ne kir û awayê destinîşankirinê li şûna hilbijartinan bikar anî û bi wê yekê hejmarek ji serokên encûmenan rakir û li şûna wan hejmarek din destinîşan kir.

 

N.O