HDP banga hevpeymaniyê li partiyên Kurdistanî dike

Li gor Hevseroka HDPê êrîşên li dijî şaredariyan û bicihkirina qeyûman, li dijî hemû Kurdan êrîş e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pervîn Buldan li bajarê Diyabekirê axivî ji bo hilbijartinên şaredariyên herêmî daxwaza hevkariyê ji partiyên Kurdistanî kir. Li gor Hevseroka HDPê êrîşên li dijî şaredariyan û bicihkirina qeyûman, li dijî hemû Kurdan êrîş e. Divê partiyên Kurdî li dijî zext û zordestiya hikûmeta Tirkiyê bibin yek û bi hev re beşdarê hilbijartinan bibin.

Pervîn Buldan wiha axivî: “Êrîşên dijî şaredariyan di heman demê de li dijî  hemû kurdan êrîş e. Armanca qeyûman tenê bidestxistina şaredariyan nîn e. Ew dixwazin dest deynin ser viyana Kurdan jî. Ji ber vê yekê divê hemî partiyên Kurdî bibin yek û em bi hev re beşdarê hilbijartinan bibin. Divê em hêzên xwe bikin yek û bi hev re serbikevin. Gelê Kurd jî hêviya yekîtiyê ji me dike. Divê em bizanin qeyûm ji bo tinekirin û redkirina Kurdan hatin bicihkirin. Ji ber vê yekê ez banga hevpeymaniyê li partiyên Kurdistanî yên li Diyarbekirê dikim.”

 

S. B