Caferî: Li dijî Kurd naçin bijardeya leşkerî
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî ji New Yorkê ve radigihîne, Iraq bi her awayekî hewl dide ligel Herêma Kurdistanê bigihe rêkeftinekê û bi ti carî li hember Herêma Kurdistanê naçe bijardeya leşkerî.
Caferî ji K24ê re got: “Ti niyaza xerab ya kesekî nîn e, ku bijardeya leşkerî bikar bîne. Hikûmeta Iraqê her hewlekê dike da ku bigihe rêkeftinekê û referandûm nebe, ji ber ku birêvebirina referandûmê ne di berjewendiya Kurd de ye. Dixwazin bi awayekî dostane hemû pirsgirêkan çareser bikin. Em ti carî naçin bijardeya bikaranîna hêzê.”