Amerîka siza li ser 17 berpirsên Siûdiyê disepîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka siza li ser 17 berpirsên Siûdiyê disepîne.
Ajansa Reutersê ji çavkaniyên xwe veguhestiye, Wezareta Gencîneya Amerîka dê îro sizayan li ser 17 berpirsên Siûdiyê di derbarê pirsa kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî bisepîn e.
Li gorî ajansa navborî, ew siza dê şêwirmendê berê yê Mihemed Bin Selman, Siûd El-Qehtan û Konsulê Siûdiyê li Stenbûlê Mihemed El-Ûteybî li xwe bigre.
Peyvdarê Dozgerê giştî yê Siûdiyê Şelaan Şelaan ragehandibû, wan 11 kes bi tohmeta kuştina Xaşiqçî girtin e, û ew daxwaza bidarvekirina pênc ji wan kesan dikin.
C.B